AYM piştgiriya pirtûkên Ocalan dike
AYMê di rojnameya xwe ya fermî de biryara xwe derbarê doza belavbûna pirtûkên Ocalan ragihand û got ku, biryara dadgeha ku xwestî pirtûkên Ocalan werin komkirin û neyên belavkirin, ne di cihê xwe de ye, ji ber ku ew destêwerdana azadiya raman û ragihandinê dike.
Dadgeha Destûra Bingehîna Tirkiyê dest nîşan kir ku, kîjan raman dibe bila bibe û tev ku berovajî bin jî pêwîste xwe rabghînin, ji ber ku yek ji bingehên sereke yê demokrasiyê ewe ku mirov karibe bi azadî ramana xwe bîne ziman û ragihîne ye.
Wek tê zanîn piştî pirtûkên Rêberê PKKê Ocalan hatin çapkirin, dagehên Tirkiyê li ser vê sale biryara ne belavbûn û komkirina pirtûkan da, û dadgeha destûra bingehîn bi 14 deng li hemberî 3 dengan ew biryar îbtal kir.
Rudaw
