Eseserd: Pejirandina serxwebûna Kurdistanê bê sûd e
Ferîd Eseserd wiha axifî: “Bi baweriya hinek siyasetmedarên Kurd, ku ew dikarin petrolê bo vê mebestê bikar bînin, lê ez wiha dibînim ku nikare bibe gerentiyek bo çareserkirina arîşeyên xelkê, bêguman dahata wê ji sedî 17 ji dahata Herêma Kurdistanê ya ji budceya Iraqê kêmtire.”
Eseserd derbarê helwesta Îsraîlê de li ser serxwebûna Kurdistanê jî got: “Gotinên Netenyahu gurzeke gurçikbire bû bo Kurdan li navçeyê, em jî dizanin ku ew gotin bo mebestên din in û ew li pey berjewendiyên xwe digerin.”
Wî berpirsê YNK tekez kir ku her biryarek li Herêma Kurdistanê bê dayîn divê bi hevahengî ligel hikûmeta navendî be û li gor destûrê be û nabe ew biryar bi mebesta têkdana rewşa navçeyê be.
Endamê serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd axaftina xwe wiha qedand: “Pejirandina serxwebûnê ji aliyên Kurdan ve karekî nebaşe û dê encamên wê yên erênî nebin.
Basnews
