• Saturday, 14 February 2026
logo

‘‘Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike’‘

‘‘Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike’‘
Di çarçoveya hevdîtinekê de ligel nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistan li Yekîtiya Ewropa (YE), parlamenterê Ewropî Charls Tunlok ragehand ku YE piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike û dema wê yekê hatiye ku şaşiya Sykes-Picot bê rastkirin.

Charls Tunlok behsa bûyerên Rojhilata Navîn bi giştî û Iraqê bi taybetî kir û got: “Em bi hûrî çavdêriya rewşê dikin, tiştê ku berî çend hefteyan Kurdan kiriye bergirîkirin bû li axa Herêma Kurdistanê û navçe ji terorsîtan parastine.” Herwiha spasya rola Hêzên Pêşmerge di parastina mal û milkê xelkên sivîl de kir.

Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê ji aliyê siyasî û yasayî de, Tunlok ragihand ku “Mafekî asayî yê xelkê Kurd e ku bibin xwedan dewletek serbixwe û şiyan û ezmûna wan heye ku bibin mînakeke baştir li Rojhilata Navîn.”

Herwiha wî parlamenterê YE got ku xala baş di ragehandina serxwebûna Kurdistanê de ewe ku welatên bihêz ên navçeyê wek Tirkiyê û Îsraîlê dijatiya vê pêngavê nakin lê belê piştiriya wê dikin û ev jî derfetek dîrokî ye li pêş Kurdan.

Derbarê helwetsa Îranê de jî, navborî ragihand ku ew wek YE helwesta Îranê gelek ji wan re negirînge û got: “Ligel ragehandina serxwebûna Kurdistanê, dê piraniya welatên YE bi fermî îtirafê pê bikin.

Basnews
Top