Helwêsta Amerîkayê li ser serxwebûna Kurdistanê
Di vê derbarê de Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psaki got: ‘’Di hundirê vê hefteyê de çendîn daxwiyanî derbarê serxwebûna Kurdistanê de hatine dayîn û evna ne tişteke di hefteya borî de derketibe holê, Kurdan berê jî behsa vê meseleyê kirine.’‘
Psaki tekez kir ku Amerîka İraqeke yekgirtî û bihêz dixwaze. Derheqa bajarê Kerkûkê de jî Psaki wiha axifî: ‘’Haya me ji rewşa wî bajarî heye û niha Pêşmerge li eir in, em tekez dikin ku û divê hemû hêzên İraqê jî li ser gefên derve rawestin.’‘
Jen Psaki bal kişand ser referandûma li ser serxwebûna Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Berî niha Kurdan çendîn car xwesteka xwe ya ji bo Kurdistaneke serbixwe anîne ziman, lê dibe ku niha rewş cuda be.’‘
Derbarê dîtina firokeyên Îranê li esmanê İraqê jî Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psaki got: ‘’Min bihîstiye, lê tu agahiyên min ên li ser vê mijarê nînin, di heman demê de em nîgeran in ku Îran çek û teqemeniyan bişîne İraqê.
Basnews
