• Saturday, 14 February 2026
logo

Çav li ser xanima yekem a nû li Tirkiyê ne

Çav li ser xanima yekem a nû li Tirkiyê ne
Ev heft salin xanima yekem a Tirkiyê, hevjîna Serokomar Abdulla Gul, Xeyrulnîsa Gul bû, êdî medya Tirkiyê li ser xanima yekem a Tirkiyê û koşka Çanakayaya serokomariyê meraqan dike û nûçeyan belav dike.

Li gor Medya Tirkiyê ne tenê di hilbijartinên serokomariyê di 10ê tebaxa îsal de,rikberî li ser serokatiya komara Tirkiyê heye, belê li ser kî wê bibe xanima yekema Tirkiyê jî ew rikberî û hevrikî heye.

Medya Tirkiyê ragihand ku, yan ewê xanima serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, Emîne Erdogan, bibe xanima yekema Tirkiyê, yan jî ewê hevjîna Ekmeledîn Îhsanoglu, Fûsun Îhsanoglu, yan xanima Salahedîn Demîrtaş Başak Demîrtaş be.

Wek tê zanîn Emîne erdogan, li sala 1978an de bi Erdogan re zewiciye, û hevalê wî yê rê ye, û çar zarokên wê heye, û Fûnus Îhsanoglu li sala 1971 bi Ekmeledîn Îhsanoglu re zewiciye û sê zarokên wê hene, Başak Demîrtaş hevjîna Salahedîn Demîrtaş, mamosteyê dibistanê ye, du keçên wê hene, Delal û Dilda, lê dûrî siyasetê ye.

Rudaw
Top