Turkmen daxwaza garantiyê dikin
Derbarê referandûma Kerkûkê de Aydin Marûf ji BasNewsê re got: ‘’Em ligel wê yekê ne ku rewşa Kerkûkê bê normalkirin û piştre li wî bajarî referandûm were kirin. Berî normalkirina rewşa navçeyê baweriya me bi referandûmê nîne, divê rewş bê normalkirin û piştre kar ji bo referandûmê were kirin.’‘
Marûf wiha axifî: ‘’Divê destpêkê rêkeftina siyasî bê kirin û pêdiviya me bi garantiya navdewletî heye daku mafên me neyên xwarin û wek neteweya Turkmen li navçeyê em hemû mafên xwe yên netewî û siyasî werbigirin.’‘
Aydin Marûf îdîa kir ku ew li parêzgeha Kerkûkê neteweya duyem in û divê li gor encamên hilbijartinê danûstandin ligel wan were kirin û postên bajarê Kerkûkê li ser vê bingehê werin dabeşkirin.
Basnews
