Partiya Kesk a Avusturya dixwaze piştgirî li dewleta Kurdî bê kirin
Peter Puls ku di heman demê de parlamenter e jî, li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Kurdistan daxwaza cîbicîkirina Peymana Sevrê ya sala 1923’ê dike bo damezrandina dewleta Kurdistanê.’‘
Puls wiha dibêje: ‘’Hikûmeta Malikî hemû şensên xwe ji dest dane, ji dêlva ku bi rastî Kurd û Şîeyan beşdarî desthilatê bike hemû desthilat û gendel nêzîkî xwe kirine.’‘ Navbirî wiha nivîsiye: ’‘Çend roj dibe Kurdistan daxwaza cîbicîhkirina Peymana Sevrê dike bo damezrandina dewleta Kurdî û derbarê vê pirsê de referandûmekê birêve dibe.’‘
Li gor Puls, demek dibe Kurdistanê ev rêbaz daye pêşiya xwe, Herêma Kurdistanê di meha Gulanê de petrola xwe şand derve, ji ber Bexdayê ji meha 1’ê ve beşa budceya Herêma Kurdistanê neşandiye.
Peter Puls dibêje ku Kurdistan xwedan hêza xwe ya leşkerî bi navê Pêşmerge ye, çendîn sal e bingehê wê dewletê û kar pê dike. Puls daxwaz dike helwêstekî eşkere yê Yekîtiya Ewropayê derbarê pirsa Kurd de hebe û Avusturya wek welatekî bêalî hevkariya biryara bo damezrandina dewleta Kurdistanê bike.
Basnews
