• Saturday, 14 February 2026
logo

Naveroka gotara Barzanî ji zarê parlamenteran

Naveroka gotara Barzanî ji zarê parlamenteran
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê gotarek xwend û daxwaz kir ku amadekarî bo referandûmê were kirin. Parlamentera Tevgera Goran Roze Osman ji BasNewsê re behsa naveroka gotara Barzanî kir û got: ‘’Birêz Barzanî di gotara xwe de qala maddeya 140’ê kir got ku niha ew madde bi dawî bûye ji ber bi tevahî hatiye cîbicîh kirin.’‘

Roze Osman wiha axifî: ‘’Barzanî derbarê Pêşmergeyên Kurdistanê de jî axifî û ji me re got ku bi hîç awayekî Pêşmergeyên Kurdistanê ji wan sînoran paşde venakişin ku niha li wan bicîh bûne.’‘

Çend roj dibe çavdêrên navxweyî û navdewletî li benda gotara Barzanî bûn û pêşbînî dikirin ku protokol û destpêka cudabûna ji İraqê û serxwebûnê rabighîne, vêna jî bi referandûmeke giştî ku Barzanî daxwazê ji xelkê Kurdistanê bike, bighînin encamê, wek wê referandûma ku başûrê Sûdanê ji Hartum cuda kir, di encam de Herêma Kurdistanê ji Bexdayê cuda bibe.

Parlamentera Tevgera Goran Roze Osman eşkere kir ku Barzanî ji Parlamentoya Kurdistanê xwestiye amadekariyê bo referandûma giştî li ser cudabûna ji İraqê bike. Li gor agahiyên BasNewsê, Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de gotiye: ‘’Berî 6 mehan min ji Malikî re got ku çekdar li rojavayê Mûsilê tên perwerdekirin lê guhê xwe nedayê û sedema vê rewşa niha jî polîtîkayên şaş ên Malikî ne.’‘

Ji aliyê xwe ve Parlamenterê PDK’ê Ferhan Cewher jî derbarê naveroka gotara Barzanî de ji BasNewsê re got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamentoyê kir ku di pesendkirina yasaya komisyonan hilbijartinên Herêma Kurdistanê de lezê bike, daku bikaribe serpereştiya referandûm û hilbijartinên Kurdistanê bike.’‘

Cewher wiha axifî: ‘’Biryara civîna girtî li ser daxwaza parlamenteran bû û 77 parlamenteran deng li ser civîna girtî dan neku bi zext û guşara hîç aliyekî bûbe.’‘ Derbarê maddeya 140’ê de jî Cewher da zanîn ku Barzanî gotiye: ‘’Mebesta cîbicîhkirina maddeya 140’ê ew e ku çend qonaxên wê maddeya destûrî hatine cîbicîhkirin û tişta maye jî dê Herêma Kurdistanê cîbicîh bike.

Basnews
Top