• Saturday, 14 February 2026
logo

Konferensek taybet bi warê perwerdeyê

Konferensek taybet bi warê perwerdeyê
Di demek nêzîk de ji bona baştirkirina rewşa perwerdeyê li herêma Kurdistanê dê konferensek taybet bi warê perwerdeyê bê saz kirin û di konferensê de dê reform, nûbûn û zêdetir xizmetkirina perwerde û fêrkirinê li herêma Kurdistanê bê gotêbîj kirin.

Civata wezareta perwerdeyê di bin serokatiya Sadiq Piştîwan wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, rojê 30ê hizîrana sala 2014ê, civiya bû û di civînê de hemû şîretmend û rêvebirên giştiyên wezaretê amade bûn û biraya sazkirina konferensê daye.
Di civînê de wezîrê perwerdeyê dîtin û pilana xwe ya ji bo çewaniya zêdetir xizmetkirina warê perwerde û fêrkirinê ber çav kir û ji aliyê beşdarên civînê ve hat nirxandin.

Wezîrê perwerdeyê di pilana xwe de tekîdê li ser xizmetkirina xwendekaran û rêzgirtin li maosteyan ku, bi dilsozî xizmeta sektora perwerde û fêrkirinê li herêma Kurdistanê dikin, kir.

Herwesa pirsgirêk û astengiyên warê perwerdeyê û rêyên çareseriya wan di civînê de hatin gotûbêj kirin.


Top