• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Piştgiriya me ya navdewletî heye

Barzanî: Piştgiriya me ya navdewletî heye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku tiştê niha li Iraqê diqewime ji encama siyasetên Nûrî Malikî ye û daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku rojekê diyar bikin bo encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê.

Îro, 03.07.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek li Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser pêşhatên rewşa Iraqê û pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê.

Civîna Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Barzanî hatibû lidarxistin, di destpêkê de Barzanî ligel Serokê Parlamentoyê û serokê frakisyonên di nava Parlamentoya Kurdistanê de civiya û piştire gotarek di hola parlamentoyê de pêşkêş kir.

Dihat pêşbînî kirin ku gotara Barzanî bi awayekî zindî li ser ekranan bê weşandin, lê di destpêka civîna parlamentoyê de Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ev pirs xiste dengdanê de û di encamê de 77 parlamenteran deng li dijî weşandina vê gotarê da, lewma gotar bi nihênî û dûr ji medyayê hat pêşkêş kirin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên Iraqê de got ku, tiştê ku niha li Iraqê diqewimin şikestina siyaseta Malikî li Iraqê ye û aşkere kir ku berî 6 mehan Herêma Kurdistanê Malikî ji rewşeke wiha agahdar kiribû, lê navborî “Guh neda wan agahdariya.”

Barzanî carek din balkişand ser mayîna Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ragihand ku: “Hêzên Pêşmerge li her cihekî bin venakişin.”

Berî niha jî di konferansekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Brîtaniya, William Hague, Barzanî ragihand ku: “Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û êdî ti axaftin jî li ser nayê kirin.”

Derbarê pirsa encamdana referandûmê jî li Başûrê Kurdistanê, da ku xelkê Başûr biryar li ser çarenivîsa xwe bidin de, Barzanî ji parlamenteran xwest ku hevkar bin bo “Diyarkirina roja encamdana referandûmê” li Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyek din ve Barzanî ji parlamenteran re aşkere kir ku “Piştgiriya me ya navdewletî heye û ew ên ku piştgiriya me nakin dijminatiya me jî nakin.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamenteran kir ku: “Yasaya komisyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bi pejirînin.”

Rudaw
Top