Komkara Erebî rexneyan li Barzanî digire
Fadil Cewad di daxuyaniyekê de rexne li daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê encamdana rapirsiyê li ser çarenivîsa Kurdiatsnê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ew daxuyanî bi “Gotinên medyayê“ binav kirin.
Cewad balkişand li ser destûra Iraqê û got: “Di destûra Iraqê de ti madeyek nîne ku behsa cudabûnê bike, lê eger rapirsî hat encamdan, pêwîste seranserê gelê Iraqê vegire ne tenê herêmekî diyarkirî, lewma pêwîste gelê Iraqê li ser cudabûna beşekê û pêkanîn dewletek din biryar bidin, destûr rê bi herêm tenê nade ku rapirsiyê encam bide.”
Herwiha wî berpirsê Komkara Erebî diyar kir ku “Birayên Kurd wê rastiyê baş dizanin ku derdora wan wek Tirkiyê, Îran û civaka navdewletî di dema niha de derfetê nadin damezrandina dewleta Kurd.”
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî dibîne ku helwesta Tirkiyê û Îran zelal û aşkere ye ku pêkanîna dewleta Kurdî li bakurê Iraqê red dikin û jê nerazî ne “Hevdem di nava Iraqê de kes alîkariya vê yekê nake.”
Rudaw
