• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurdan Kerry neçar kir ku were Hewlêrê

Kurdan Kerry neçar kir ku were Hewlêrê
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên da zanîn ku wê dema John Kerry li Bexdayê bû, berpirsekî payebilind şandibû Kurdistanê da serkirdayetiya Kurd razî bike bo şandekê bişînin Bexdayê û li vir ligel Kerry bicivin, lê belê serkirdayetiya Kurdistanê ew daxwaza Amerîkayê red kir û ji berpirsê Emerîkî re got ku bila ew bi xwe were Hewlêrê.

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya The Globe and Mail de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên behsa serdana vê dawiyê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Hewlêr û Bexdayê kir û got: ‘’Birêz Kerry hatibû bi hêviya hikûmeta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge razî bike daku parastina yekîtiya İraqê bikin û bo pêkanîna hikûmeta hevpeymanî li Bexdayê û rubirûbûna DAİŞ’ê hevkariyê bikin.’‘

Fuad Husên wiha axifî: ‘’İraqa ku berî du hefteyan dihat naskirin bi dawî bû, dema grûbên çekdar ên Îslamî dest danîn ser bajarê Mûsilê û ber bi başûr û Bexdayê ve çûn. Lewra di vê rewşa niha de mafê me ye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, lê pêdiviya vêna bi hewl ê têkoşana navxweyî û derve heye.’‘

Husên tekez kir ku ew nikarin rawestin û hîç tiştekî nekin û wiha pêde çû: ‘’Emê proseya gotûbêjkirina vê mijarê di nav gelê xwe de bidin destpêkirin, ji ber pêdivî bi amadekirina zemînekê heye bo encamdana proseya referandûmê û ragehandina serxwebûnê.’‘

Derheqa serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bo Kurdistanê de jî, Husên got: ‘’Serkirdayetiya Kurdistanê daxwazeke Amerîkayê red kir ku dixwestin şandeke Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û li wir ligel birêz Kerry bicivin, loma rayedarekî paye bilind ê Amerîkayê şandibû Kurdistanê lê serkirdayetiya Kurd razî nebû û jêre got bila Kerry bi xwe were Hewlêrê.’‘

Fuad Husên axaftina xwe wiha qedand: ‘’Birêz Kerry hatibû bi hêviya ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge razî bike daku parastina yekîtiya İraqê bikin û bo pêkanîna hikûmeta hevpeymanî li Bexdayê û rubirûbûna DAİŞ’ê hevkariyê bikin.’‘

Hêjayê gotinê ye hefteya borê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry piştî serdana xwe ya Bexdayê û civîna ligel rayedarên İraqê hat Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Di civînê de Barzanî ji Kerry re got: ‘’Piştî ketin û kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve rewşeke nû û İraqeke nû derketiye holê û divê ligel vê rastiyê danûstandin were kirin.’‘

Basnews
Top