• Saturday, 14 February 2026
logo

Pêşmergeyên jin xwe şer re amade dikin

Pêşmergeyên jin xwe şer re amade dikin
Li kêleka pêşmergeyên zilam pêşmergeyên jin jî xwe ji şerê li dijî komên terorîst re amade dikin û ji ber wê jî zêdetirî 500 pêşmergeyên jin di meşqa leşkerî de ne.

Di dîroka xebata rizgariya kurd û Kurdistanê ya hemû perçeyên Kurdistanê de jin ne tenê paşde nemaye belkî di gellek qonaxadan de roleke hestiyar jî lîstiye.

Roja îro li Başûrê Kurdistanê jî, jin dîsa xwe amade dikin da ku li kêleka pêşmergeyên zilam sînor û xaka Kurdistanê biparêzin.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 500 pêşmergeyên jin ên girêdayî tabûra duyem a taybet a bajarê Silêmaniyê ne, di meşqê de ne.

Fermandeya tabûra taybet a pêşmergeyên jin Nahîde Ehmed got, em amade ne li her derî bi taybet li wan deverên ku xeter in, ji bo azadiya welatê xwe û xaka xwe şer bikin.

Nahîde Ehmed her wiha ragihand, li nav pêşmergeyên jin de jinên zewicî hene û zarokên wan jî hene lê bi şanazî xizmet dikin lê heta ji destê wan tê ew dixwazin jinên ku nezewicîbin werbigirin çimkî berpirstiya wan kêm e.

Pêşmergeyên jin li ser çawaniya şerkirin li deverên zor, derbaskirina sînor, wergirtina agahî û danîna kemînê tên perwerdekirin her wiha bikaranîna çekên cur bi cur jî ji wan re tê gotin.

Temenê pêşmergeyên jin ji 18 salî heta 45 salî ye û bikaranîna keresteyên bedewkirinê ji wan re qedexe ye.

Hêza pêşmergeyên jin sala 1995an ji aliyê YNKê ve hatiye avakirin. Destpêkê tenê 16 kes bûn lê niha zêdetirî 500 kes in.

Rudaw
Top