• Saturday, 14 February 2026
logo

Salih Muslim dijatîya serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje serdemê ´Dewleta Neteweyî´ derbas bûye

Salih Muslim dijatîya serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje serdemê ´Dewleta Neteweyî´ derbas bûye
Salih Msulim hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) dibêje, ku dewleta neteweyî li Ewropa hate ezmûnkirin û serkevtî nebû û di sed sala 21 de êdî kes dewleta neteweyî qebûl nake.


Hevserokê PYDê di hevpeyvînekê de li gel heftenameya Bas de ragihandiye:´´ ez wiha nabînim ku di demeke weke îro de, mijara serxwebûnê sûdê bi Kurd bigihîne û ji bîr kirina peywendîya navbera gelan û cudakirina gelan ji hev bi rast nabînim.´´

Li gor gotina hevserokê PYDê, eger mijar bibe mijara dewleta neteweyî, hingê gel dibin bi dujminên hev û ji ber wê yekê jî, Salih Muslim di dema niha de dewleta neteweyî bo Kurd û serxwebûna Kurdistanê bi baş nabîne.

Hevserokê PYDê di beşeke din a evê hevpeyvînê de gotiye:´´ hindek alî hewla çandina towê dujminatîyê di navbera gelan de didin. Dewleta Neteweyî li Ewropa hate ezmûnkirin û serkevtî nebû. Serdema dewleta neteweyî derbas bûye û di sed sala 21 de kes wê yeê qebûl nake.´´

Salih Muslim di bareya siyaseta dahatî ya Kurd li Sûrîyê de jî ragihandiye:´´ em naxwazîn ji Sûrîyê cuda bibîn û em beşek ji Sûrîyê ne. Dixwazîn li gel hemû pêkhateyan de Sûrîyeke demokratîk ava bikin, lê bi wê mercê ku Kurd û hemû neteweyên din mafê mirovî yên xw bi dest ve bihînin.´´

Ew gotinên Salih Muslim di demekê de ye, ku Herêma Kurdistanê û serkirdayetîya Herêma Kurdistanê piştî alozîyên wê dawîyê yên li Mûsil û deverên dinên Iraqê tekezî li ser mafê Kurd bo diyarkirina çarenivîsa xwe û serxwebûna Kurdistan ji Iraqê dikin.

Dijayetîkirina hevserokê PYDê li gel serxwebûna Kurdistanê di demekê de ye ku gelê Kurd ji sed sala bîstem ve heta niha di her çar parçeyên Kurdistanê de ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe û serxwebûna Kurdistanê di tevgerê de ye û gelek qurbanî di ber wê armancê de daye.

Herwiha ew helwêsta Salih Muslim di demekê de ye, ku PYD xwe bi nûnerê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dizane û dest bi ser wî parçeyê Kurdistanê de girtiye.
Top