• Saturday, 14 February 2026
logo

Helwesta Tirkiyê li ser gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê

Helwesta Tirkiyê li ser gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç, li ser daxuyaiyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser Kerkûkê got, çi Barzanî çi yên din, dikarin daxuyaniyên wisa bidin lê Tirkiye dê li gorî berjewendiyên xwe hereket bike. Arinç, li ser gotinên Serokwezîrê Îsraîl li ser serxwebûna Kurdistanê jî got, ji xwe Îsraîl dixwaze welatên derdora wê perçe bibin lê nêrîna Netanyahu nêrîna hemû gelê Îsraîl nîne.

Encumena Wezîran a Tirkiyê îro bi serokatiya Serokwezîr Receb Tayîb Erdogan civiya.

Piştî civînê ku zêdetirî 4 saetan ajot, berdevkê hikûmetê û alîkarê Erdogan, Bulent Arinç di civîneke rojnamevaniyê de li ser naveroka civînê daxuyanî da.

Bulent Arinç, li ser hilbijartinên serokomariyê û namzediya Hevserokê HDPê Selaehdîn Demîrtaş bo serokomariyê got, dihat zanîn Demîrtaş dê bibe namzed ji xwe MHP û CHPê jî namzedê xwe yê hevbeş destnîşan kirine, emê jî sibê namzedê xwe, ku kesekî wisaye hemû dinya wî nas dikin, eşkere bikin.

Arinç, anî ziman ku dibe ku hinek namzedên din jî derkevin holê lê hilbijartinên serokomariyê dê li ser 3 namzedan were lidarxistin.

Alîkarê Erdogan, li ser pakêta dawî ya hikûmetê ji bona pêvajoya aştî û çareseriyê jî got, digotin bila pêvajoya bibe qanûnî, ev jî çarçoveya qanûnî lê herî dawî parlamentoyê dê biryar bide.

Bulent Arinç, li ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gotinên Binyamîn Netanyahu li ser piştgiriya Kurdistanê jî daxuyanî da.

Arinç, diyar kir ku Îsraîl dixwaze welatên derdorê perçe bibin çimkî her çiqas ew welat biçûk bibin Îsraîl dê xwe di ewlehiyê de bibîne lê nêrîna Netanyahu nêrîna hemû gelê Îsraîlê nîne.

Berdevkê hikûmeta AKPê li ser gotinên Barzanî yên li ser qedera Kerkûkê, ku gotibû êdî madeya 140 hatiye cîbicîkirin, jî got, çi Barzanî dibe çi yên din, dikarin tiştên wisa bêjin çimkî çend roj beriya niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parêzgarê Kerkûkê hatibûn Tirkiyê. Wê demê fikarên Tirkiyê car din ji wan re hat gotin wan jî gotin, bila Tirkiye qet xema wan tiştan nexwe. Lê yak u dikeve ser milê me ew e ku em li gorî berjewendiyên Tirkiyê bimeşin.

Li ser rewşa karmend û dîplomatên konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê û şofêrên kurd ên ku li Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine girtin jî Arinç got, hewlên berdana wan didomin û da zanîn, dê di heyama Remezanê de bên berdan.

Rudaw
Top