• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan bû namzedê AKPê ji bo serokomariya Tirkiyê

Erdogan bû namzedê AKPê ji bo serokomariya Tirkiyê
Serokwezîrê niha yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi awayekî fermî ji aliyê partiya xwe ve Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo serokomariya Tirkiyê hat namzedkirin.


Di civîna xwe ya îro de, AKPê Erdogan wek namzedê xwe di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de destnîşan kir.


Berî niha CHP û MHPê namzedê xwe ji bo serokomariyê destnîşan kirin ku ew jî Akmelidîn Ihsanoglu ye.


Herwiha namzedê HDPê ji bo heman postê Selahedîn Demîrtaş e .


Biryar e hilbijartinên serokomariya Tirkiyê di 10ê tebaxê de bên kirin.


Li gor rapirsiyên herî dawî, tê pêşbînîkirina Erdogan di gera yekem a hilbijartinê de 50-54% ji dengan bi dest bixe.

Rudaw
Top