• Saturday, 14 February 2026
logo

Celewla… 11 Çekdarên Da`iş Hatin Kujtin

Celewla… 11 Çekdarên Da`iş Hatin Kujtin
Li bajarokê Celewla şerr di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên Da`iş de çê bû û di encam de, 11 çekdarên Da`iş hatin kujtin.

Di evê bareyê de, berpirsê nawçeya PDKê ya li bajarokê Celewla Kameran Hemecan ragihand, ku li nêzîkî baregehê PDKê yê li bajêrê Celewla şerr di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên Da`iş de çê bû û hêzên pêşmerge bi çekên giran bersiva çekdarên Da`iş dan û karîn wan derxin û 11 çekdarên Da`iş jî bikujin.

Weha jî da zanîn, ku ti zîyan negihjtin hêzên pêşmerge.
Top