DAÎŞê dewleta xwe ragihand û navê xwe guhert
Ebû Mihmed el-Ednanî el-Şamî ku wek berdevkê fermî yê rêxitsina navborî tê naskirin di daxuyaniyekê de ragihand ku êdî navê DAÎŞê namîne û ji dema ragihanidna vê daxuyaniyê de dê navê rêxstina radîkla a navborî bibe Dewleta Îslamî.
El-Ednanî bi awayekî fermî jî damezrandina “Dewleta Xilafeta Îslamî” ragihand û ji hemû misilmanan xwest ku soz bidin Ebû Bekir el-Bexdadî, ku rêberê DAÎŞê ye, wek xelîfeta misilmanan.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku “Êdî bû erk li ser misilmanan ku sozê bidin xelîefe û hemû îmaret û rêxistin ku desthilata wî digihiyê de pûç dibin.”
Daxuyaniya DAÎŞ rewatî ji hemû rêxistin û grûpên din ên îslamî stand û ragihand ku “Nab ekes ji wan di dewletê de bimîne û sozê bo xelfîe nede.”
Herwiha di dawiyê de berdevkê DAÎŞ gef li wan kesan xwarin ku bixwazin rêzên dewletê parçe bikin û got ku dê DAÎŞ “Gulleya berde serê wan.”
Rudaw
