• Saturday, 14 February 2026
logo

Demîrtaş kandîdê HDP ye bo hilbijartinên serokomarî

Demîrtaş kandîdê HDP ye bo hilbijartinên serokomarî
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermî kandîdê xwe bo hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê binav kir.

Li gor daxuyaniyeke HDP, hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş wek kandîdê partiya navborî dê hevrikiyê di hilbijartinên serokomarî li Tirkiyê bike.

Biryare hilbijartinên serokomarî li Tikriyê di meha Tebaxê de birêve biçin, di vê barê de serokê niha yê Tirkiyê Abdullah Gul ragihand ku ew carek din bo posta serokomariyê xwe kandîd nake.

Berî niha jî Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Tevgera Nijadperset (MHP) Ekmeledîn Îhsanoglu wek kandîd bo hilbijartinên serokomarî diyar kirine.

Herwiha birayre sibe, Sêşemê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) kandîdê xwe bo hilbijartinên serokomarî bi fermî binav bike, ku li gor hatiye ragihandin dê Receb Teyib erdogan be.

Rudaw
Top