Kerkûk… Hejmarek Turkuman Ji Alîyê Çekdarên Da`iş Ve Hatine Dorpêçkirin
Evî jêderî ji PNA re ragihand, ku hejmarek hevwelatîyên Turkuman xwestin biçin nava gundên xwe yên nêzîkî gundê Beşîr, ji bo ku hinek kel û pelên taybetî yên xwe bihînin, belê di navbera gundê Beşîr û Şemsîye de bombeka çandî teqîya û di encam de, kesek hat kujtin û 7 jî birîndar bûn û 43 kes jî ji alîyê çekdarên Da`iş ve hatin dorpêçkirin.
Weha jî da zanîn, ku di dema teqînê de, çekdarên Da`iş bi gulle hawinan êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin û di encam de, pêşmergeyek birîndar bû û hêzên pêşmerge jî bersiva wan dan.
Weha jî da xuyakirin, ku hinek ji wan kesên han ên ku xwestin biçin nav gundên xwe, ser bi grupa Xesayib Ehil Heq in.
