Şîeyan du namzet bo postê serokwezîr diyar kirin
Niha Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan pêdagir e li ser wêya ku careke din Malikî nebe serokwezîr, çavkaniyekê ji hevpeymaniya navbirî jî eşkere kir ku wan du namzet bo postê serokwezîr diyar kirine.
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ji medya İraqê re got: ‘’Şîeyên İraqê Adil Ebdulmehdî û Ehmed Çelebî bo postê serokwezîr diyar kirine û ew herdu namzetên Şîeyan e.’‘
Ji aliyekî din ve dawiya hefteya borî Partiya Dawe di serdanekê de bo Tehranê ragehandibû ku ew dê Tariq Necim û Elî Edîb bikin namzet bo postê serokwezîrê İraqê, lê diyar e ev navên han ji aliyê Îran û aliyên din ên siyasî ve nehatine pesendkirin.
Basnews
