Li Îtalyayê 30 penaber mirin, 5 hezar gihaştin peravê
Di daxuyaniya ji aliyê hêzên deryayî ve hat kirin de hat gotin, "Roja Yekşemê piştî nîvro, di dema operasyona lêkolîn û rizgarkirinê ya li keştiyekê de, li aliyê pêş 30 cesed hatin dîtin."
Li gorî daxuyaniyê, personelên tenduristiyê yên li cihê bûyerê lêkolînkirin ragihandin ku sedema mirinê, bê nefesmayîn û xeniqîn e. Tê texmînkirin ku pêkane av ketibe nava keştiyê û hin ji wan jî ji ber vê yekê fetisîne. Tê gotin ku yên din jî, ji ber cihê teng û bê nefesmayînê dibe ku jiyana xwe ji dest dabin.
Hat diyarkirin ku di dawiya vê hefteyê de Hêzên Deryayî yên Îtalyayê nêzî 5 hezar kes rizgar kirine û gihandine peravê.
Tê payîn ku cenazeyan bibin bendera Pozallo ya li giravên Sîcîlyayê. Şaredarê Pozallo Luigi Ammatuna got, "Ev rewşeke lezgîn e ku em bi tena serê xwe nikarin li hemberî wê têbikoşin." Pozallo diyar kir ku ji ber goristana herêmê cih nîne, ew nikarin 30 cenazeyan qebûl bikin.
Ji destpêka salê û vir ve, zêdeyî 60 hezar kesên ji şer reviyan û ketin nava lêgerîna jiyaneke baştir, xwe gihandin başûrê Îtalyayê.
ANF
