Îran Dixwaze Malikî Biguhere
Li angora reporta han, serkirdeyên Şî`e yên Iraqê rexneyê li siyaseta Malikî digirin û dixwazin Malikî nebe serokê wezîrên Iraqê.
Associated Press li ser zarê çend serkirdeyên Şî`e belavkiriye, ku serokê supayê Qudis ê Îranê Qasim Silêmanî di serdana xwe de ya ji bo Iraqê, kombûn bi çend siyasetvanên Şî`e re sazkiriye û lîstek amadekiriye ku navê çend kesan ji bo postê serokê wezîrên Iraqê tê de ye û bi xwe re biriye Îranê.
