• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî hatina meha Ramazana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Serok Barzanî hatina meha Ramazana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Bismillehir Rahmanir Rahîm (Bi navê xwedayê mezin û dilovan)
(Şehr remezan ala anzel fiye alqran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
/Sadaq allahul azîm/

Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê ji bo gelê Kurdistan û Iraqê û hemû mirovayetî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê bibê cihê xêr û xweşiyê.

Daxwaz ji hemwelatiyên xweşdivî dikim ku li vê meha pîroz da meha xwedaperestî û xêr û baweriyê be, zêdetir bi piştgiriya koçber û lêqewimiyan ve biçin. Bila meha pîroza Remezanê bikin derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborîniyê ku peyama serekiya ola pîroza îslame.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30 Şe'ban 1435 Koçî
28/06/2014
Top