• Saturday, 14 February 2026
logo

Çekdarên Da`iş Ji Bajarokê Qeretepe Nêzîk Bûne

Çekdarên Da`iş Ji Bajarokê Qeretepe Nêzîk Bûne
Çekdarên Da`iş devera Hemrîn bi temamî kontrolkirin û niha ew 6 KM ji Qeretepe dur in.

Rêvebirê nawçeya PDK ya li Qeretepe Sebah Birayetî ragihand, ku çekdarên Da`iş devera Hemrîn kontrolkirin û niha wan xaleka pişkinînan danîne ku 6 KM ji bajarokê Qeretepe yê ser bajêrê Kifrî ve dur e.

Weha jî da zanîn, ku hêzên pêşmerge ji bo rû bi rûbûna çekdarên Da`iş amadene.

Top