Li Kerkûkê şer di navbera çekdarên Şîa û DAÎŞê de derket
Çekdarên Şîa li gundê Beşîr ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê êrîşî çekdarên DAÎŞê kirin û wan jî bi hawen û katyoşa bersiv dan û 7 çekdarên Şîa birîndar kirin.
Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, dema ku çekdarên DAÎŞê bersiva çekdarên Şîa dan, hawenek li nav hêzên pêşmerge li nêzîk wê navçeyê ket û di encam de 2 pêşmerge birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarên Şîa de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê beşdar nebûn, ev yek jî li ser xwesteka wan grûpên Şîa ne ku dixwazin bi xwe navçeyên xwe biparêzin.
Li ser rêya navbera gundê Beşîr û bajarokê Tazexumatû de bombeyeke vedayî bi otombîla grûpeke çekdarên Şîa de teqiya û di encam de 7 çekdarên din ên Şîa birîndar bûn.
Rudaw
