• Saturday, 14 February 2026
logo

Tikrît: Çekdarên radîkal 160 dîl kuştin

Tikrît: Çekdarên radîkal 160 dîl kuştin
Rêxistinên mafên mirovan ragehandin ku li bajarê Tikrîtê ku 140 kîlometre dikeve bakurê Bexdayê, zêdeyî160 kesên dîl ji aliyê çekdarên radîkal ve hatine kuştin.

Piştî ku çekdarên radîkal çendîn navçeyên parêzgeha Selahedîn bê şer û pevçûn kontrol kirin, wan çekdaran hejmarek ji hevwelatiyan dîl girtin û piştî çend rojan ew kesên hatin dîlkirin ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve hatin kuştin.

Ji aliyeke din ve çavkaniyekê ji ewlekariya Bexdayê ragehand ku çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) nêzîkê bajarê Bexda bûne, herwiha rewşa bajêr gelekî aloz û xirabe û hevwelatiyên bajêr malên xwe bicîh dihêlin û direvin.

Basnews
Top