• Saturday, 14 February 2026
logo

Çekdarên Şîe bidizî derbasî Kerkûkê dibin

Çekdarên Şîe bidizî derbasî Kerkûkê dibin
Grûbeke çekdar a Şîe, ku tê gotin ser bi milîşiyayên Sedir in, şeva borî gihan bajarê Kerkûkê. Ew grûpa çekdar ku ji 300 kesan pêk hatibû, ji bo kes jî bi wan nehise û hêzên ewlekariyê wan nebînin, bi ser çen Hûseyniyan de (mizgeftên Şîe) parvebûne.

Li gor agahiyên gehiştine BasNewsê, ew çekdar ji navçeya Til Efer hatine Kerkûkê û nûnerên Sedir û aliyên Şîe yên Iraqê dibêjin ku ew çekdar wek mêvan hatine nava bajar û tenê dê yek rojê bimînin.

Heta niha jî tu berpirsekî ewlekariyê yan jî hikûmî li Kerkûkê ti daxuyaniyek di vê derbarê de nedane. Ji roja 09.06.2014’ê ve, dema ku çekdarên radîkal ên DAÎŞê dest danîn ser Mûsil û Tikrîtê, Hêzên Pêşmerge derbasî navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê bûn bo parastina jiyana welatiyan û navçeyê.

Derbarê pirsa wan navçeyan jî, duh, Înê, Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku pirsa madeya 140 hat çareserkirin û got: “Êdî em ti gotinê li ser nakin. Herwiha dê Hêzên Pêşmerge jî li wan navçeyan bimînin û venakişin.’‘

Basnews
Top