• Saturday, 14 February 2026
logo

Davutoglu: Teror li ser sînor û li ber dergehê Tirkiyê ye

Davutoglu: Teror li ser sînor û li ber dergehê Tirkiyê ye
Davutoglu ragihand ku hêz û rêxistinên herêmî bêhtir dikarin navbeynkariyê di çareserkirina pirsgirêkan de bikin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu gor ku “krîza Sûriyê û Iraqê her du bi hev du girêdayî ne û ew geşedanên li wir çêdibin Tirkiyê ji nêîzîk ve eleqedar dike, bi şêweyekî din dikarin bêjin ku teror li ser sînor û li ber dergehê Tirkiyê ye”.

Davutoglu di konferansa bi navê “Rola Rêxistinên herêmî di navbeynkariyê de” li Stenbolê de diyar kir ku “Encûmena Navdewletî ya Ewlekariyê nikariya li Rojhilata navîn di dem û mercên xwe de kêşeyan çareser bike û Sûriyê û Iraqê mînaka herî berbiçav e”.

Davutoglu anî ziman ku “Koşka Spî ya Amerîka û Kiremlêna Rûsyayê nikarin pirsgirêkên herêmê çareser bikin, ji ber wê pêwîste êdî hêz û rêxistinên herêmî xwe bi xwe kêşeyên xwe çareser bikin û navbeynkariyê bi xwe bikin”.

Wezîrê derve yê Tirkiyê herwiha got ku “sîstema siyasetê êdî hatiye guhertin û girîngiya rola hêzên navbeynkar li herêmê ji her demekê bêhtir niha pêwîste”.

Rudaw
Top