• Saturday, 14 February 2026
logo

Berhem Salih dibe Serokkomarê Îraqê

Berhem Salih dibe Serokkomarê Îraqê
Aliyên siyasî yên Îraqê li ser diyarkirina Adil Ebdulmehdî wek Serokwezîrê İraqê, Usame Nuceyfî bo Serokatiya Parlamentoyê û Dr. Berhem Salih jî bo postê Serokkomariyê lihev kirin.

Li gor rêkeftina aliyên siyasî yên İraqê, di rûniştina yekem a Parlamentoya İraqê de Usame Nuceyfî wek serok tê hilbijartin û piştre Dr. Berhem Salih wek Serokkomar û ew jî dê Adil Ebdulmehdî ji bo pêkanîna hikûmetê diyar bike.

Li gor zanyariyên İbc News, cepheya Miwatin, Ehrar, Mutehîdun û Hevpeymaniya Kurdistanî li ser wan xalan rêkeftine û di çend rojên dahatû de postên din eşkere dibin. Lê heta niha bi fermî tiştek nehatiye ragehandin.

Basnews
Top