• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Êdî em axaftinê li ser madeya 140’ê nakin

Barzanî: Êdî em axaftinê li ser madeya 140’ê nakin
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragehand ku madeya 140 a destûra Iraqê hatiye cîbicîhkirin û got: “Êdî em tu axeftinekê li ser nakin.”

Îro (27.06.2014) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwazî li Wezîrê Derve yê Brîtaniya William Hague kir, piştî hevdîtinê Barzanî û Hague civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidarxitin.

Wezîrê Derve yê Brîtaniya, William Hague di civîna çapemeniyê de ragehand ku ev serdana wî ya yekem e bo Hewlêrê û tekez li ser têkiliyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtaniya de kir. Hague got: “Divê di zûtirîn dem de hikûmeteke berfireh li Iraqê bê pêkanîn û aliyên siyasî yên Şîe, Sine û Kurd nêzîkî hev bibin.’‘ Hague tekez kir ku welatê wî bi tu awayekî “Destêwerdana leşkerî di Iraqê de nake.”

Ji aliyê xwe Serokê Herêma Kurdsistanê Mesûd Barzanî di bersiva pirsiyarekê de li ser mana Hêzên Pêmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê got: “Madeya 140 a destûra Iraqê hat cîbicîhkirin û êdî tu axeftin li ser nema tê kirin.”

Ev serdana Wezîrê Derve yê Bîtaniya piştî 4 rojan ji serdana Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry bo Herêma Kurdistanê tê. Piştî ku roja 9-10.06.2014 çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser Mûsil û Tikrîtê, Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê bicih bûn bo parastina wan navçeyan, piştî ku hêzên Aertêşa Iraqê ji pêgehên xwe reviyan.

Ev daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku doh, Pêncşemê serdana bajarê Kerkûkê kir û ligelaliyên siyasî yên hemû pêkhatên Kerkûkê civiya û herwiha serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer jî kir.

Basnews
Top