serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê derve yê Brîtaniya William Hague civiyan
Piştî serdana xwe ya duh li Bexdayê, William Hague evroj berî nîvrojê gihijt Herêma Kurdistanê û li balafirrgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha peywendîyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mustefa ve hat pêşwazîkirin.
Hague pişt re ber bi bajarokê Pîrmamê ve birêket û li wir ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan dest pê kir, civînê nêzîkî demjimêrekî berdewam kir.
Biryar e piştî civîna Barzanî û Hague, kongireyeka rojnamevanî bihê lidarxistin.
