• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî ber bi Kerkûkê ve birêket

Barzanî ber bi Kerkûkê ve birêket
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana bajarê Kerkûkê dike.

Li gor zaniyariyan Barzanî wê li Kerkûkê ligel partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê bicive û derbarê rewşa niha ya Iraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybet de gotûbêj bike.

Barzanî wê serdana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şer li parêzgeha Kerkûkê jî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku hêzên pêşmerge ji wan navçeyan nakişin ku hêzên artêşa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola pêşmerge de ne.

Rudaw
Top