Nêçîrvan Barzanî ligel Davutoglu û Yildiz civiya
Berî civîna xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, wezîrê enerjiyê Taner Yildiz civiya.
Li gor medyaya Tirkiyê, di civînê de ku saet 9ê sibehê pêk hat, serokê MÎTê Hakan Fîdan û şêwirmendê wezîrê derve Feridun Sinirlioglu jî amade bûn.
Biryar e îro saet 11ê berî nîvro Nêçîrvan Barzanî û Receb Teyib Erdogan bicivin û derbarê rewşa niha ya Iraqê de gotûbêjan bikin.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî çû Enqereyê.
Rudaw
