Wezîrê derve yê Berîtanya tê Hewlêrê
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wezîrê derve yê Berîtanya wê sibê serdana Hewlêrê bike û ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike.
Serdana Hague piştî 3 rojan ji serdana wezîrê derve yê Ameîrka John Kerry tê ku roja sêşemê li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd civiya.
Duh jî hat aşkerekirin ku Barzanî şandeke rêkiriye Washingtonê ji bo ku peyama dawî ya Kurdan bigihîne rayedarên Amerîkayê.
Rudaw
