Erdogan piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî civîna ewlekariyê li dar dixe
Serdana Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e ku wê guhertinên dawî li Iraqê û pêşketina çekdarên DAÎŞê mijara sereke ya hevdîtina wan be.
Erdogan û Nêçîrvan Barzanî wê li avahiya encûmena wezîran di saet 11ê berî nîvro de bicivin.
Piştî wê civînê, dê encûmena ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê civînekê li dar bixe ji bo ku biryarê li ser siyaseta ewlekariyê ya Tirkiyê bide.
Rudaw
