• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka: Em parçebûna Êraqê dûr nabînin

Amerîka: Em parçebûna Êraqê dûr nabînin
Koşka Sipî, radighîne ku ew parçebûna Êraqê bo sê herêman (Şî`e û Sune û Kurd) bi dûr nabînin û dibêje dîtina rêçareyekê bo kêşeyên navxwe divê ji aliyên Êraqî bi xwe be.


Di kongireyekî rojnamevanî de berdevkê Koşka Sipî Coş Îrnest behsa egera parçebûna Êraqê bo sê herêmên “Şî`e, Sune û Kurd” kir û bi dîtina wî eve karekî dûr nîne ku kar li ser bê kirinê.

Îrnest ragihad: Ez ne di wê postê deme ku proje bo çaksazî li nexşeya siyasî ya Êraqê danim. Jiber ku rêxistina nexşeya siyasî a wî welatî erkê serkirdeyên wî welatî ye.

Li barê manşêta kovara (TIME) de ku behsa parçebûna Êraqê kiribû, Îrnest got: Hizra parçebûna Êraqê nû nîne lê belê dîtina rêçareyekê bo kêşeyên navxwe divê ji aliyê Êraqiyan bi xwe be.

Top