• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Mûsilê 21 Kurdên Şebek hatin revandin

Li Mûsilê 21 Kurdên Şebek hatin revandin
Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) ve û derxistina hejmarek biryarên taybet, zexta li ser Kurdên Şebek û Mesîhiyên wî bajarê zêde bûye.

Ligel kuştin û revandina hevwelatiyên sivîl û bê tawan ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve, herî dawî di kiryareke nemirovane de li rojhilatê bajarê Mûsilê 21 Kurdên Şebek ber bi cihekî nediyar revandin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Encûmena Parêzgeha Mûsilê agahî dan BasNewsê û got: ‘’Niha çekdarên DAİŞ’ê ji bo birêvebirina bajêr li her taxeke Mûsilê berpirsekî îdarî û leşkerî danîne û wiha karên xwe birêve dibin.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn doh êvarê li devera Gokcelî ya rojhilatê bajarê Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê 21 Kurdên Şebek revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e. Hêjayê gotinê ye 16 roj dibe bajarê Mûsilê ji aliyê rêxistina radîkal a Îslamî ya DAİŞ’ê ve hatiye dagîrkirin.

Basnews
Top