• Saturday, 14 February 2026
logo

NY: Li Iraqê ji ber şerê DAIŞê herî kêm hezar sivîl hatine kuştin

NY: Li Iraqê ji ber şerê DAIŞê herî kêm hezar sivîl hatine kuştin
Netewyên Yekgirtî (NY) ragihand, ji ber şerê DAIŞê ji roja 5ê Hezîranê ve herî kêm hezar kesên sivîl li Iraqê hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. NY her wiha eşkere kir, li hinek deveran sûcên dijmirovê jî hatine kirin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a NY, Rubert Colvîlle îro li bajarê Jinêvê yê Swîsrayê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û li ser rewşa Iraqê ragihand, Nûnertiya NY li Iraqê (UNAMI) li ser îdiayên binpêkirina mafên mirov ji aliyê rêxistina DAIŞê li Iraqê lêkolînên xwe didomîne.

Rubert Colvîlle da zanîn, li gorî agahiyên UNAMI, li deverên Mûsil, Selahedîn û Dilaye yên Iraqê ji roja 5ê Hezîranê heta 22ê Hezîrana îsal, herî kêm 757 kesên sivîl di encama şer û êrişên çekdarên DAIŞê de hatine kuştin û 599 kes jî birîndar bûne.

Colvîlle anî ziman, polîs û leşkerên ku tevlî şer jî nebûne ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên berdevkê komîsyona mafên mirov a NY, li bajarê Bexdayê û deverên derdora wî bajarî jî herî kêm 318 kes hatine kuştin 590 kes jî birîndar bûne.

Rubert Colvîlle ragihand ku jibilî revandina karmend û dîplomatên konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê heta niha jî revandina mirovan ji aliyê DAIŞê ve didome.

Colvîlle got ku li hinek deverên Iraqê sûcên dijmirovî hatine kirin.

Rudaw
Top