• Saturday, 14 February 2026
logo

Biden û Erdogan li ser metirsiya DAÎŞê li hev kirin

Biden û Erdogan li ser metirsiya DAÎŞê li hev kirin
Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civîyan û derbarê metirstiya pêşketinên çekdarên DAÎŞê li Iraqê li hev kirin.

Biden û Erdogan di hevdîtinê de derbarê rewşa Iraq û Sûriyê de gotûbêjkirin.

Koşka Spî daxuyaniyek derbarê wê hevdîtinê de belav kir û tê de ragihand ku Biden û Erdogan pêşketina DAÎŞ metirsiyekê dibînin û her du aliyan li ser vê mijarê li hev kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Biden bangewazî kir da ku DAÎŞ dîplomatên Tirkiyê digel sivîlên ku girtine, berde”.

Biden herwiha got ku “Amerîka piştgiriyê dide ji bo ku di şerê li dijî DAÎŞê de hevkariya gelê Iraqê bê kirin”.

Cîgirê serokê Amerîka û serokwezîrê Tirkiyê biryar dan ku di paşerojê de li ser rewşa Iraq û Sûriyê şêwiriyê bi hev bikin.

Rudaw
Top