• Sunday, 15 February 2026
logo

Sekreterê PSDKê ligel 500 pêşmergeyên xwe çû Kerkûkê

Sekreterê PSDKê ligel 500 pêşmergeyên xwe çû Kerkûkê
Îro sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihmed Hacî Mehmûd ligel pêşmergeyên partiya xwe ber bi bajarê Kerkûkê ve birêket û biryar e ji bo piştgirîkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bigihin rêzên pêş ên eniya şer.

Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdan û artêşa Iraqê li wan navçeyan şikest û derket ku nikare li wan navçeyan bimîne”.

Mehmûd herwiha got “Niha pêşmerge li wan navçeyane ku bi salane xewina wan didît, lewra divê îro em hemû bibin pêşmerge ji bo prastina navçeyên Kurdistanê”.

Pêşmergeyên PSDKê ji 500 pêşmergeyan pêkt tên û îro 24/6/2014 saet 8ê sibehê ji gundê Qedefer ê navçeya Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve birêketin.

Rudaw
Top