Yekîtîya Ewropa Dixwaze Bi Zutirîn Dem Hukûmeteka Yekîtîya Niştimanî Li Iraqê Pêk Bihê
Wezîrên derveyên Yekîtîya Ewropa tekezî li ser ewê yekê kirin, ku ew ji bo rû bi rûbûna terorê, piştevanîya Iraqê dikin. Herweha tekezî li ser serweriya yekîtîya xaka Iraqê jî kirin.
Wezîrên derveyên Yekîtîya Ewropa weha jî dan zanîn, ku gerek hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi hev re kar ji bo başkirina rewşa niha bikin.
