• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Amerîka gihişte Herêma Kurdistanê

Wezîrê derve yê Amerîka gihişte Herêma Kurdistanê
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê.

John Kerry piştî serdana xwe ya Bexdayê hat Hewlêrê û dê ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li balafirgeha Hewlêrê ragihand ku Kerry ji aliyê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku biryar e Kerry biçe ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê û li wir ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bicive.

Herwiha biryar e berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Berhem Salih û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevlî wê civînê bibin.

Mesûd Barzanî ji CNN re gotibû ku dema ew Kerry bibîne dê jê re bêje Kurd heta kengî wê wiha bimînin.

Li gor çavkaniya zaniyariyên Rûdawê, Barzanî wê bi aşkere ji Kerry re bêje ku Kurd qebûl nake Malikî car din bibe serokwezîrê Iraqê.

Rudaw
Top