Pêşmerge devereke din ji destê DAIŞê derxist
Duh duşembe danê sibê li devera Om el Şebabê ya nêzîkî bajarokê Şingalê çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê bi top û hawanan êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Li gorî agahiyan, di encamê de 2 pêşmerge birîndar bûn û şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û çekdaran de derket û di dawiyê de çekdar neçar man ji wir vekişin, bi vî awayî Om el Şebab ket destê hêzên Pêşmerge.
Devera Om el Şebabê wek deverek stratejîk tê zanîn ku 10 km dûrî Şingalê ye û Şingal, Tilefer, Sinûn û Bilêcê bi hev ve girêdide.
