• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî: Êdî dema wê hatiye kurd qedera xwe diyar bike

Serok Barzanî: Êdî dema wê hatiye kurd qedera xwe diyar bike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona CNN a Amerîkî re axivî û ragihand, dema wê hatiye êdî kurd li nav Iraqê de li ser qedera xwe biryar bidin.


Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona CNN a Amerîkî ku dê şevêdin saet 21:00 bi dema Hewlêrê were belavkirin, li ser bûyerên Mûsilê û şerê navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê got, Herêma Kurdistanê di heyama 10 salên borî de hemû hewlên xwe da ji bona avakirina Iraqeke nû û demokratîk ”lê mixabin ev ye biser neket”.

Serokê Herêma Kurdistanê, her wiha ragihand ku piştî bûyerên vê dawiyê yên Iraqê êdî dema wê hatiye kurd li ser qedera xwe biryar bidin.

Barzanî li ser ragihandina serxwebûnê jî got, em girêdayî wê biryarê ne ku gelê kurd bide.

Top