• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî û wezîra derveya Îtaliya di peywendîyeke telefonî de rewşa Iraq û helwêsta Kurdistanê nirxandin

Serok Barzanî û wezîra derveya Îtaliya di peywendîyeke telefonî de rewşa Iraq û helwêsta Kurdistanê nirxandin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di pêwendiyeke telefonî de digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî diyar kir, eger kirîza Iraqê neyê çareserkirin wê demê rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dê bala xwe bide raya gelê kurd.


Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî re bi telefonê li ser rewşa Iraqê qise kir.

Li gorî malperê, Mogêrînî dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê anî ziman û diyar kir, ew hêvîdar e kirîza Iraqê di demek kurt de were çareserkirin.

Mogêrînî her wiha li ser rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û karnameya parlamentoya wî welatî ji Barzanî agahî xwest û Barzanî jî bi giştî behsa rewşa Iraqê û bûyerên vê dawiyê yên wî welatî kir û got, Iraqa beriya girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve bi Iraqa piştî girtina Mûsilê re ferq dike.

Barzanî, herwiha ragihand ku beriya niha li deverên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêzên hevbeş hebûn lê niha êdî hêzên Iraqî li wan deveran nemane û sînorê Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nemaye û tenê bi welatên cîran re maye û beşek ji wan deveran jî ketine bin kontrola komên terorîst û ev jî gef e li ser hemû gelên Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe ya digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê de ragihand, piştî ku rêjîma Beis a Iraqê hilweşiya kurd beşek ji pêvajoya siyasî ya Iraqê bû û piştgiriya vê pêvajoyê dikir lê ji ber siyaseta xelet a Bexdayê û nakokiyên mezhebî, rewşa Iraqê gihîşt rewşa îro.

Mesûd Barzanî, destnîşan kir ku eger kirîza niha ya Iraqê neyê çareserkirin rêveberiya siyasî ya Kurdistanê dê bala xwe bide raya gelê kurd.

Di dawiya vê hevpeyvînê de, Mogêrnî got ku dê ji ber guhertinên bilez ên Iraqê berdewam di pêwendiyê de bin bi Herêma Kurdistanê re û hêviya pêşketin û serkeftinê ji gelê Kurdistanê re xwest.

Top