Davûtoglu: Me alîkariyên mirovî ji turkmanên Kerkûkê re şand
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, duh bi telefonê bi Serokê Bereya Turkmanên Iraqê Erşed Salihî û Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Tûran re li ser rewşa Iraq û Kerkûkê axivî.
Davûtoglu, xebera vê hevpeyvînê li ser rûpela xwe twîtterê eşkere kir û got, alîkariyên me yên ji bo turkmanên Iraqê didome û îro jî me 150 pakêt xwarin ji turkmanên Kerkûkê re şand.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku bi Salihî û Tûran re li ser rewşa turkmanan axiviye û ji wan re gotiye, Tirkiye her dem amade ye hemû cure alîkariyekî bide turkman û gelên din ên Iraqê.
Rudaw
