• Saturday, 14 February 2026
logo

Bombeyek bi otombîleke Pêşmerge de teqî

Bombeyek bi otombîleke Pêşmerge de teqî
Li navçeya Rebîe ya sînorî bombeyeke çandî bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqî û di encam de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û 6ê Pêşmergeyên din birîndar bûn.

Îro, 23.06.2014, danê sibehê bombeyeke çandî bi otombîleke Hêzên Pêşmerge de teqî, li gor gotina Muzefer Sîlkeyî, ku efserkê Pêşmerge ye, di destpêkê de bombe bi otombîleke sivîl de teqî û piştî kombûna Pêşmerge li cihê bûyerê du bombeyên din teqîn û hejmarek qurbanî di encam de ketin.

Herwihwa li gor navborî, di encama vê teqînê de Pêşmergeyekî jiyana xwe jidest da û 6ê din jî birîndar bûn.

Rebîe xalek sînorî ye dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdisanê de, berî niha jî ew navçe di dest Artêşa Iraqê de bû li piştî ku ji wê navçeyê reviyan Hêzên Pêşmerge ew navçe kontrol kirin.

Rudaw
Top