Peyama Serok Barzanî ya ji bo dezgehên ragihandin û medyakarên Kurdistanê
Piştî wan guhertinên lezgînên vê dawiyê ya Iraqê pêvajoyeke nû pêkhat û gelê me rûbirûyê tehdît û rewşeke nû bûye. Ev pêvajo pêwîstî bi yekrêzî û têgihîştinekî neteweyî û nîştîmaniya hemû aliyek heye.
Li vir da rola medyakar û dezgehên ragihandinê li veguhestina rûdawan û agahdarkirina xelk û hişyariya neteweyî gelek girîng û yek alîkere.
Daxwaz ji hemû rojnamevan û medyakar û dezgehên ragihandina bihîstîn û bînîn û xwendiniyê û elektronî dikim li veguhestina rûdawan û belavkirina giyanê yekrêzî û tebayî û hestkirina bi berpirsiyariya neteweyî de rola xwe ya erênî bibînin.
Ev qonax pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyek heye. Cihê daxêye ku tê dîtin hejmarek dezgehên medyayî li nûçe û rapor û bernameyên xwe de li muamelekirina li gel rewşa nû da bingehên profesyonaliya karê rojnamevaniyê û bîra neteweyî ya rûdawan û dab û nerît û bihayên gelê me li ber çav nagrin. Li vê demê de tê dîtin hinek ji ragihandinan de şehîdbûna Pêşmergeyên qehreman bi kuştî bi nav dikin, her wekî çawa ji bo terorîstan jî heman peyv bikartînin.
Eger ev cûre medyayane rola erênî jî li veguhestina rûdawan de nebînin çi nebê rêza wa xwendevanan bigrin ku Pêşmerge bi navê bergirîkirina li ax û kerameta welat da dibexşê, ew Pêşmergeyê amadeye ji bo berdewamiya jiyana hevnîştîmanan canê xwe bibexşê. Li sayeya xwîna Pêşmergeye ku Kurdistan xweragire û hun jî dikarin karê xwe gelek bi azadiyê ve encam bidin. Ji bo wê yekê em hemû qerzdarê dilêrî û canfedayî ya Pêşmergene.
Bi hêviya serkeftina yek carekî ya gelê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.06.2014
