• Saturday, 14 February 2026
logo

Talebanî: İraq dixwaze ji Kurdistanê cuda bibe

Talebanî: İraq dixwaze ji Kurdistanê cuda bibe
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bibîr xist ku Kurd berdewam dibên ew ji İraqê cuda nabin, lê belê eger heye ku İraq ji Kurdistanê cuda bibe.

Derheqa bûyerên dawî de yên ku li İraqê çêdibin, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji govara Time a Amerîkî re got: ‘’Kurd li benda derketina van bûyeran bûn, dizanîn jî ku tenê evna bi demê ve girêdayî ye, tişta li İraqê dihat çaverêkirin, qewimî. İraq hat guhertin, Kurdistan li bakur, Sunîstan li naverastê û li başûr jî dewleta Şîeyan.’‘

Talebanî wiha axifî: ‘’Hêjî dem ji Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî re heye, daku bi xwe de biçe û kar ji bo cîbicîhkirina maddeyên destûrê bike, ku rê dide çêbûna herêmên federal, berî ku şerekî dijwar ê navxweyî derbikeve.’‘

Derheqa rola Amerîkayê de jî, Qubad Talebanî wiha dibêje: ‘’Divê Washington bi biryar û polîtîkayên xwe de biçe, hevkariya Kurdan bike, ji ber ew tenya hevpeymanê wan e ku li İraqê mane. Herwiha eger me ji sedî 17 çekên İraqê werbigirtaya, niha me xwe bêalî nedikir, meyê şer bikira û berevanî li axa xwe bikira.’‘

Basnews
Top